Rûsya: Bi êrîsa me 30 terorîst hatin kustin

Rûsya: Bi êrîsa me 30 terorîst hatin kustin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bi çekên hesas êrîş biriye ser terorîstên El Nûsra yên li Îdlîbê û herî kêm 30 terorîst hatine kuştin.

Rûsya îdîa kir ku ji herêmek ya di bin kontrola El Nûsrayê de ye moşek hatine avêtin û li balafirek wan ya SU 25 ketiye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wan bersiv daye terorîstan û di encama êrîşê de herî 30 milîtanên El Nûsrayê hatine kuştin.

Wezaretê beriya niha ragihandibû ku li herêma Idlibê milîtanên El Nûsrayê bi moşekên hewayî li balafira şer ya Su-25 ya rûsî xistiye û pîlotê tê de piştî ku bi paraşûtê xwe avêtiye erdê, bi terorîstan re pevçû ye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin