Hikûmeta Kurdistanê ji bo tedbîrên vîrûsa korona 5 biryar derxistin

Hikûmeta Kurdistanê ji bo tedbîrên vîrûsa korona 5 biryar derxistin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîneke taybet li ser rûbirûbûna vîrûsa korona li Herêma Kurdistanê pêk anî.

Piştî civînê hat ragihandin ku guftûgo derbarê dawî rêkar û amadekariyên rûbirûbûna Korona li Herêma Kurdistanê û pêdaçûna cibicîkirina biryar û rênimayên tenduristî de hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li wê kir, Hikûmeta Herêma hemû hewlên xwe dide û di çarçoveya erkê xwe ê parastina asayişa niştimanî de her çi ji bo parastina jiyan û selametiya welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîst be dike.

Di civîna îro de 5 biryar hat dayîn:

Yekem: Ji rewangeha ku peyam û armanca sereke ya hemû alon, parastina giyan û laşê mirov e, herwiha bi sedema tomarkirina çend keyseke vîrûsa Korona li bajarê Silêmaniyê, ji bo xweparastinê, biryar hat dayîn ku tevahiya rêûresmên olî li (li mizgeft, kenîse û perestgehan) bi gotara Înê ya mizgeftan jî li seranserî Herêma Kurdistanê heta demeke ne diyar bê ragirtin.

Duyem: Tekezkirina li ser berdewamiya dabînkirina hemû pêwîstiyên nexweşxaneyan, kerentîn û deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê.

Sêyem: Rênimayên pêwîst û zêdetir bo sînordarkirina çûnûhatinê li binke, bazge û deriyên sînorî werin girtin, bêyî ku bandorê li rawestandina tevgera bazirganiyê bike.

Çarem: Bo kêmkirina bargiraniya ziyanên ku bi sedema rêkarên xweparastinê bi ber xwedî cihên bazirganî dikeve. Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina wezîrên pêwendîdar bi cibicîkirina rêkarên yasayî yên pêwîst bi riya pêdaçûnê bi kirê û baca dahata wan cihan û bi arasteya kêmkirina wan bi awayekî ziyanên darayî li ber çav werin girtin. Bo vê mebestê jî wezaretên pêwendîdar rênimayên pêwîst bo asankariya cibicîkirina vê biryarê derdikin.

Pêncem: Pêwîst e aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên tenduristî li kampên koçber û penaberan bigirin ber. Ji bo vê mebestê jî hevahengî bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin