PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova di civîna heftane ya rojnamevanî de bal kişand ser pêwendiyên dostane û dîrokî yên ligel Herêma Kurdistanê û got, Rûsya dixwaze hikûmeta Kurdistanê di zûtirîn demê de were avakirin.
Zaxarovayê behsa pêşeroja pêwendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê kir û got, “Em hêvî dikin partiyên Kurd hemû bizavên xwe bikin daku di zûtirîn demê de hikûmeteke çalak û cihê baweriyê pêk bînin, bi awayekî ku karibe pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, çareser bikin.”
Maria Zaxarova herwiha da zanîn ku ew dê têkiliyên xwe yên siyasî bi serokatiya Herêma Kurdistanê re berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin