PeyamaKurd – Piştî eşkerekirina belgeya hevdîtinên Rûsya-Tirkiyê ku şevê din agirbest hat ragihandin, ji Rûsyayê daxuyaniyên ku dê şerê wan li dijî komên terorîst ên tundrew berdewam bike tên ku ew kom piranî li kêleka Tirkiyê şerê rejîma Sûriyê dikin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro 6ê Adarê di civîneke rojnamevanî de ragihand, divê rêxistinên terorîstî li Sûriyê bêne jinavbirin û helwesta wan a di vî warî de nehatîye guhertin.
Zaxarovayê destnîşan kir ku ragihandina rêkeftina agirbestê careke din nîşan daye ku şerê li dijî terorê li Sûriyê berdewam bike û mafê rejîma Sûriyê ye komên tundrew di nav axa xwe de ji nav bibe.
Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn jî şevê din dema ligel Erdogan belgeya lihevkirinê hat eşkerekirin gotibû, ew dê ji şerê paqijkirina terorîstan venegerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin