PeyamaKurd – Pîzakarê Kurd Zeynel Ari bi navê xwe yê naskirî Dîno Dersim yê li Torontoyê dijî, biryar da ku bêpere xizmetê bide xebatkarên tendirustiyê .
Karmendê Kurd ê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Zeynel Arî 20 sal e li bajarê Torontoya Kanadayê dijî, biryar daye ku bêpere xizmetê bide xebatkar û karmendên tendirustiyê.
Zeynel Ari ango Dêrsim Dîno ji ber karên xwe yên serkeftî di warê çêkirina pîzayan de bi elata ‘Baştirîn Kopmanî’ hatiye xelatkirin û bûye yek ji rûyên reklamê yên wî welatî.
Karsazê Kurd Zeynel Ari ji bilî 3 restoranên baş û serkeftî, bi xêrxwazî û hevkariya xwe jî tê naskirin.
Hêjayî gotinê ye ku di nava muşteriyên Zeynel Ari de stêrkên Hollywoodê, Madonna, Serokwezîrê Kanadayê û endamên parlementoyê jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin