Serok Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Bergiriya Iraqê re civiya

Serok Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Bergiriya Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Li demeke ku danûstandinên ligel Bexdayê bo parastina ewlekariya Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê tên nîqaşkirin de Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Hesen El Şimerî kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Hesen El Şimerî kiriye û ligel wî civiyaye.

Hat diyarkirin ku Serok Barzanî û El Şimerî di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirine.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin