PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey li ser peymana navbera Rûsya û Tirkiyê ya ku li ser 10 xalan lihev kirine, axifî û got:
“Tirkiye zahf tiştan qezenc nekir. Tiştên ji Rûsyayê sitendin ji yên Amerîkayê kêmtirin. Rûsan û rejîmê bi awayeka trajîk xiste nav pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de têkoşîna li dijî DEAŞ ê qels xist.”
Temsîlkarê berê yê Amerîkayê taybet Brett McGurk got ku êdî li herêmê aktorê mezin Rûsya ye û putin li gor Trumpî li hemberê Erdoğan bêhtir tund rawestiya ye. McGurk weha got:
“Rûs ji desthilatdarên Amerîkayê yên ku berya 6 ê cotmehê de, bi Tirkiyê re li ser mekanîzma ewlekariyê dixebitîn, xuya dike ku ûnsûrên wan girtine û ji wan re serdest hatine. Ferq ev e: Esas leystikvan êdî ne Washingtone lê Rûsya ye. Wê herêm vêya bibîne û dê fêm bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin