CENTCOM: Zêdetirî 90 armancên leşkerî li Girava Harkê hatin tunekirin

CENTCOM: Zêdetirî 90 armancên leşkerî li Girava Harkê hatin tunekirin

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka ragihand ku wan li Girava Harkê ya Îranê zêdetirî 90 hedefên leşkerî tune kirin.

CENTCOM eşkere kir, hêzên DYAyê li hemberî Girava Harkê ya Îranê êrîşeke asmanî ya mezin pêk anîne.

Hate diyarkirin ku tesîsên depoya mayînên deryayî, stargehên moşekan û gelek tesîsên leşkerî hatine tunekirin, lê binesaziya petrolê nehatiye hedefgirtin.

Medyaya Îranê jî ragihand ku hinardekirina petrolê ji giravê bi awayekî asayî berdewam dike.

Hêzên Îranê diyar kirin ku ew ê binesaziya petrolê ya aîdî şîrketên Amerîkayê bikin armanc.