Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1985 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1985 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 425 kes li Hewlêrê, 508 kes li Silêmaniyê, 976 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1032 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 112 kes li Hewlêrê, 220 kes li Silêmaniyê, 658 kes li Duhokê, 39 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 205575

Mirin: 4599

Başbûn: 187270

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin