PeyamaKurd –Tirkiye piştî destpêkirina beşê yekêm ê sewqiyata pergalên parastina hewayî yên S-400î ku bûbû sedema qeyranekê di navbera Amerîka û Tirkiyê de, niha jî ji bo sewqiyata Su-35 û Su-57an bi Rûsyayê re gotubêjan dike.
Serokê Servîsa Hevkariya Leşkeriya Teknîkî ya Artêşa Federal a Rûsyayê Dimitri Şugayev, piştî seredana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê ragihand ku Tirkiye eleqeyeke mezin bo van balafiran nîşan daye û bi Tirkiyê re li ser îhtîmala kirîna balafirên Su-35 û Su-57an axivîne.
“Em dê bi hevkarên xwe re (Serokê Sanayiya Berevaniyê ya Serokomariya Tirkiyê Ismail Demir) hevdîtinekê pêk bînin. Mijareke hevdîtina me jî sewqiyata S-400an e. Paşê jî em dê li ser îhtîmala sewqiyata Su-35 û Su-57an biaxivin. Lewra Tirkiye eleqeyeke mezin bo van balafiran nîşan dide.”
Şugayev wiha berdewam kir: “Ji bo îmzekirina peymanê hêj zû ye. Lewra aliye Tirkî di vî warî de hêj tu seredan nekiriye. Beriya vê pêwist e em hin civînên şêwirmendiyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin