Hejmara welatên ji ambargoya Îranê mûaf bû 9

Hejmara welatên ji ambargoya Îranê mûaf bû 9

PeyamaKurd - John Bassê Balyozê Kabûlê yê Amerîkayê ragihand, ku welatê wî di encama nirxandineke berfireh de di çarçoveya 'Qanûna Dijî Azadî û Parastinê ya Îranê' de Efxanistan jî mûaf girt.

Balyozê Kabûlê yê Amerîkayê John Bass li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku Efxanistan jî li welatên ku ji zextên Îranê wek berwext mûaf in hat zêdekirin.

Bass got: "Amerîkayê piştî ku ji bo Efxanistanê nirxandineke berfireh kir û di çarçoveya 'Qanûna Dijî Azadî û Parastinê ya Îranê' da Efxanistan jî mûaf bû û wê ji Îranê îdxalata berên neftê û malên ku nakevin çarçoveya ambargoyê li ser Lîmana Çabaharê ra sewq bike."

Amerîkayê merhaleya duyemîn a pakêta ambargoyê ji 5ê mijdarê pê va kiribû dewrê û di çarçoveya merhaleya duyemîn da 50 bankeyên Îranê û ji 700î zêdetir şirket û kes li lîsteya mueyîdeyan zêde kiribû.

Rêvebiriya Amerîkayê Tirkiye, Koreya Başûr, Îtalya, Yewnanistan, Çîn, Tayvan, Hindistan û Japonya 180 rojên din ji bazirganiya neftê ya bi Îranê ra mûaf kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin