Bo mijara Efrînê divê diyaloga Ankara û Samê hebe

Bo mijara Efrînê divê diyaloga Ankara û Samê hebe

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di mijara Efrînê de axifî. Lavrov got mijara Efrînê bi têkiliyên Ankara û Şamê dikarin helbikin.

Lavrov bi wezîrê karê derve yê Pakistanê re li Moskovayê hevdîtin kir û di pey de derket pêş çapemeniyê. Lavrov got: “Mafê asayîşa Tirkiye, bi Şamê re, rast e rast bi rêya diyalogê dikare bê parastin.”

Lavrov îşaret kir ku hinek endîşeyên Tirkiyê di derbarê asayîşê de hene û van babetan ji aliyê Rûsya,Tirkiye û Îranê de, di asta lîderan de,li Astanayê jî li serê hatiye axiftin. Lavrov weha dewam kir:

”Em endîşeyên Tirkiyê û daxwazên Kurda qebûl dikin.Tişta ku em qebûl nakin û li hember dertên,hinek hêzên ku ti têkiliya wan bi mafên xwezayî yên Kurda tine ye, mijarê li Sûriyê derdixin pêş û li serê gengeşe derdixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin