Ji Almanya biryara alên PKK û Hemasê

Ji Almanya biryara alên PKK û Hemasê

PeyamaKurd – Partiyên hevpeyna rêveberiya hikûmeta Almanyayê pêşniyarqanûnek derbarê qedexekirina alên PKK û Hemasê de pêşkeşî Parlamentoya Federalî ya Alman kirin.

Di pêşniyarqanûna hatiye amadekirin de, qedexekirina al û flamayên PKK û Tevgera Hemas a Filîstînî tê xwestin.

Beriya niha jî ew pêşniyar ji aliyê partiya Angela Merkel Yekîtiya Demokrat a Xrîstiyan (CDU) bo parlamenê hatibû pêşkeşkirin û li gorî yasaya hatibû qebûlkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hemas û PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêxistinên terorî hatine pênasekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin