PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê hêzên xwe ji Kobaniyê vekişandin, hêzên xwe yên li Minbic û Eyn Îsayê yên li bakurê Suriyê jî vekişand.
Ajansa Reutersê ragihand ku hêzên Amerîkayê ji deverên Eyn Îsa û Minbicê jî vekişiyan û cihê xwe vala kirin.
Hat ragihandin ku dê leşkerên Amerîkî heta kûrahiya 30-45 km vekişin û ji bo nebin armanc êrîşên Tirkiyê.
Herwiha li aliyê din jî çavkaniyên herêmê radigihînin ku Rûsya û artêşa Sûriyê, di nav liv û tevgerê de ye ku li wan herêmên Amerîkayê bi cî hiştine bicih bibe.
Pentagonê jî îro ragihand ku ew dê hêzên xwe ji deverên di bin êrîşan de ne vekişînin başûrê herêma Rojavayê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin