PeyamaKurd-Li welatê Amerîkayê, li eyaleta Kalîforniya Başûr di zîndaneka herî bi talûke de, şer û pevçûn derket. Di encamê de 7 kuştî û 17 birîndar çêbûn.
Di zîndana bi navê Lee Correctional Institiuonê de piştî pevçûn derket, kontrola girtiyan bi zahmetî çêbû û di demeka kurt de şer mezin bû. Di derbarê bûyerê de yek ji rêvebirên zîndanê Jeff Taillon ragihand ku roja bazarê di 3 beşên zîndanê di yên ji hev cuda de, şer û pevçûn destpêkiriye.
Ji xebatkarên zîndanê kes zerarê nediye û bi destpêka bûyerê re tîmên lezgîn hatine ciyê bûyerê. Kesên di encama bûyerê de birîndar bûn, bo tedawiyê wan birin nexweşxaneyên der û dor.
Nehat ragihandin bê sedema şer û pevçûnê çiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin