Li Taywanê balafireka F-16 wenda bû

Li Taywanê balafireka F-16 wenda bû

PeyamaKurd- Li Taywanê di tetbîqateka leşkerî ya bi navê Han Kuangê de, balafireka F-16 wenda bû û ti agahî jê nayê sitendin.

Tetbîqata Han Kuangê ya leşkerî her sal têkirin û artêşa Taywanê ragihand ku balafira wan ya F-16 wenda bûye. Balafir, di dema ku li herêma bi çiya digeriya wenda bû. Balafir piştî bi hewa dikeve bi 34 deqe di şûn de, artêş û dewlet hemî derfetên xwe bikartînin da balafirê bibînin. Lêgerîn berdewame.

Balafir bo yek kesiye û navê ajotvanê wê Wu Yen-ting e. Tetbîqat wê 5 roj dewam bike û di temamê herêmên leşkerîde bêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin