Amed | Bijîskekî xwe ji qeta 6emîn a nexwesxanê avêt û dawî li jiyan xwe anî

Amed | Bijîskekî xwe ji qeta 6emîn a nexwesxanê avêt û dawî li jiyan xwe anî

PeyamaKurd - Bijîşkê malbatê Ahmet Ozaydogdu yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle dihat dermankirin, ji ber sedemekê nayê zanîn xwe ji qata 6emîn a naxweşxanê avêt û dawî li jiyana xwe anî. 

Li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcle ya Amedê, di saet 06.00ê sibê de bûyereke xwekujiyê pêk hat Li gorî agahiyan, Bijîşkê Malbatê Ahmet Ozaydogdû yê li navçeya Gêl a Amedê hatibû dinê û li Bursayê dixebitî, ji ber “xesara girçûk akûtê’ li nexweşxanê dihat dermankirin, xwe ji Beşa Nefrolojî ya li qeta 6emîn a nexweşxanê avêt. Dr. Ozaydogdû yê ket xwarê jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Ozaydogû piştî lêkolîna dozgeriyê, rakirin morga nexweşxaneyê. Malbata Ozaydogdû piştî kar û barên otospiyê, cenazayê kurê xwe girtin û birin li navçeya Gêl a Amedê û ew spartin axê.

Nehat zanîn ku Dr. Ozaydogdû ka ji ber çi dawî li jiyana xwe aniye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin