HSDê ragihand: Me ew kust!

HSDê ragihand: Me ew kust!

PeyamaKurd – Yekîneyên Dijterorê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hasekê operasyoneke taybet pêk anîn û di encama wê operasyonê de berpirsê sînorê Iraq û Sûriyê yê DAIŞê Ebû Haris Iraqî hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSDê, dane sibehê li navçeya Şedadê ya girêda Hasekê operasyonek taybet hatiye pêkanîn.

Hat diyakirin ku di encama wê operasyonê de tevî berpirsê sînorê Iraq û Sûriyê yê rêxistina terorê DAIŞê Ebû Haris Iraqî û çekdarekî din ê DAIŞê jî hatiye kuştin.

Derket holê ku Ebû Haris ê navborî yê hatiye kuştin di sala 2013an de berpirsê ewlekaria Diyalayê bû û di sala 2013an di kuştina gelek însanan de rola wî hebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin