Kurdistan | Wezareta Veguhestinê bû para mesîhîyan

Kurdistan | Wezareta Veguhestinê bû para mesîhîyan

PeyamaKurd – Di kabîneya hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê de ku tê çaverêkirin bê avakirin, Wezareta Veguhestinê para pêkhateya mesîhiyên Kurdistanê ket.

Parlamenterê Hevpeymanya Yekitiya Netewî ya Mesihî yê parlamentoya Kurdistanê Cenan Cebar ragihandiye ku şanda bi serokatiya Mesrur Barzanî ku bi pêkanîna hikûmetê hatiye raspartin, pêşniyaz li wan kiriye ku Wezareta Veguhastinê bibe para wan.

Cenan Cebar got, “Ew post mafê hizba me ye, ji ber ku em gewretirîn firaksiyon in di nav pêkhatiya Mesihiyan de.”

Cebar diyar kir ku ew dê li benda biryara dawîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin