PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bang li Îranê kir ku hemû xebatên xwe yên balîstîk bide rawestandin. Pompeo got ku Îran plan dike da 3 alavên xwe bişîne fezayê û teknolojiya ku di wan de bikaraniye, bi teknolojiya fuzeyên nav qit’ayan ya bi kontrol re eyniye. Eger Tehran van xebatên xwe nede rawestandin, wê dorpêçên dijwartir yên aborî û dîplomatîk bo wan deynin.
Pompeo got ku Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanya vê gavavêtina Îranê weka îhlala biryara konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî qebûl dikin û got:
“Em nikarin bêdeng bimînin da rejîma Îranê asayîşa navdewletî tehdîd bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin