PeyamaKurd - Parlamenterê Bereya Tirkmen a Iraqê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, der barê hilbijartina giştî ya Iraqê de ragihand ku ji ber bûyerên dawî yên li deverên Kurdistanî û referandûma serxwebûnê Kurdan li cihên binîqaş bi taybet jî li Kerkûkê gelek deng winda kirine.
Hat ragihandin ku Parlamenterê Bereya Tirkmen a Iraqê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, der barê hilbijartina giştî ya Iraqê de diyar kir, ku ji ber bûyerên dawî yên li deverên Kurdistanî û referandûma serxwebûnê Kurdan li cihên binîqaş bi taybet jî li Kerkûkê gelek deng winda kirine û li Kerkûkê bi tevahî dê 4-5 kursiyan bi dest bixin û 5-6 parlamenteran ji dest bidin.
Marûf da zanîn ku ew wek Tirkmen li Kerkûkê li yek lîsteyê dikevin hilbijartinê û li bendê ne ku rêjeyeke baş bi dest bixin û nûnertiya Tirkmenên li Iraqê bikin.
Marûf got 70 namzedên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dikevin hilbijartinê.
Herwiha anî ziman ku ew li Kerkûk, Mûsil, Telafer û Hewlêrê jî çaverê dikin dengekî baş bistînin. Texmîna xwe jî wiha got: "Em çaverê dikin li Kerkûkê 3, Mûsilê 5, li Hewlêrê 1, li bajarên din jî 1-2 kursiyan bistînin. Texmîna me ew e ku li Iraqê jî 10 kursiyan bi dest bixin."
Wek din îdîa kir ku 12 kursî li Kerkûkê bi deng tên bidestxistin, Tirkmen 3-4 dê bi dest bixin û Kurd jî dê 5-6 parlamenteran winda bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin