Kesnasiya Kurdistanê: Sibê li Hewlêr û bajarên din ên Basur berf dibare

Kesnasiya Kurdistanê: Sibê li Hewlêr û bajarên din ên Basur berf dibare

PeyamaKurd - Keşnasiya Kurdistanê ragihand, sibê li tevahiya bajar û deverên Başurê Kurdistanê berf dibare.

Keşnasiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşbîniya rewşa hewayê bo 24 saetên bê kiriye û ragihandiye, sibê ji danê sibehê ve pêleka berf û bagerê tevahiya Başurê Kurdistanê vedigire.

Li gorî pêşbîniya Keşnasiya Kurdistanê, li hinek deveran berf û baran têkel dibare û pileyên germayê li piraniya bajar û deveran dadikeve bin sifrê.

Pêşbîniya asta barîna berfê li bajarên Başûrê Kurdistanê wiha ye:

  • Hewlêr: 5-10 santîm berf dibare
  • Silêmanî: 5-10 santîm berf dibare
  • Duhok: 20-30 santîm berf dibare
  • Helebce: 7-15 santîm berf dibare
  • Kerkûk-2-5 santîm berf dibare

Ew pêla berfê ya ku çend rojên borî li gelek bajar û deverên Başûrê Kurdistanê barîbû, Hewlêr negirtibû. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin