Li Sengalê PKK ji 100 zarokan zêdetir yên Kurdên Êzîdî revandiye

Li Sengalê PKK ji 100 zarokan zêdetir yên Kurdên Êzîdî revandiye

PeyamaKurd – Li gor KDP.info- yê; berpirsê ragihandinê yên Mala Êzîdiyan yê şengalê ragihandiye ku PKK dewam dike zarokên Kurdên Êzîdî li Şengalê direvîne, heya niha ji 100 î zêdetir zarokan revandiye û ji wan daxwaza zarokên wan dike da bidin PKK ê.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê jî di rapora xwe ya salane de dibêje ku PKK zarokan bi çek dike, wan bi zorê dibe nav refên xwe û paşî wan dibe navçeyên şerî.

Seidûn Zero ku berpirsê ragihandinê yê Mala Êzdiyan li Şingalê ye, ji malpera KDP.info re weha ragihandiye:

“Beriya demekê Amerîkî hatin cem me li Şingalê û serdana wan hemû malan kirin ku zarokên wan ji aliyê PKK ê ve hatine revandin û ligel wan axivîn û gotina hemûyan birin. Ji ber ku PKK gelek zarok revandine û ya ku haya me jê heye, bêtirî 100 zarokî revandine, ku kur û keçik in û malên wan berdewam tên pirsa wan dikin.

Em daxwaza wan malbatan dighînin PKK ê lê her dibêjin emê zarokên wan ji wan re vegerînin. Nahêlin ew zarok vegerin Şingalê û malbatên wan, wan bibînin, lewma çarenivîsa wan zarokan winda ye.

Tenê carekê 3 keçên Êzdî ji nava PKK ê reviyabûn û xwe gihandin malbatên xwe. Nahêlin kes dest ji wan berde. Lewma xelkê Şingalê gelekî ditirsin ku PKK zarokên wan birevîne, ji ber ku PKK her karekî dike ji bo ku zarokên Êzîdiyan ji rê bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin