PeyamaKurd – Bi piraniya dengan, peymana normalkirina pêwendiyan bi Bahreynê re ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê ve hat pejirandin.
Li gor ragihandina medya Parlamentoya Îsraîlê, di dengdanê de ji 120 parlamenteran, 62yan got erê û 14’an jî got na.
Medya Parlamentoya Îsraîlê neda zanîn ku çend parlamanter beşdarî dengdanê nebûne.
Bloka Lîsteya Ereb ya Hevbeş, ku Fîlîstîniyên hemwelatiyên Îsraîlê ne temsîl dike û bi 15 parlamanter e, diyar kiribû ku ew ê bo peymanê dengê ‘‘na’’ bide.
Îsraîl, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di 15ê Îlonê de li Qesra Spî peymana normalkirina pêwendiyan îmza kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin