Amerîka: Mezlûm Kobanî hemû sertên rêkeftinê bicih anîn, HSD vekisiya

Amerîka: Mezlûm Kobanî hemû sertên rêkeftinê bicih anîn, HSD vekisiya

PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Amerîkayê ragihand ku hêzên HSD/YPGê bi temamî ji herêma ewle ku hatiye diyarkirin vekişiyan.

Li gorî Reutersê rayedarê Amerîkî gotiye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî hemû şertên rêkeftin bicih anîne û di nav 120 saetan de hêzên xwe vekişandine.

Wî rayedarî herwiha gotiye, heger Tirkiye bikeve nav tevgereke leşkerî dê encamên wê hebin û dorpêç li ser bên sepandin.

Li gorî rêkeftina 17ê Cotmehê ya navbera Amerîka-Tirkiye û HSDê agirbest hatibû ragihandin û HSD ji Serêkaniyê vekişiyabû.

Ev daxuyaniya dawî ji Amerîkayê berîya ragihandina encama hevdîtina Pûtîn û Erdogan hat ku çav li rê ye li ser rewşa agirbestê û herêma ewle daxuyaniyan bidin. Herwiha li gorî çavkaniyên medyayî, tê gotin ku Pûtîn û Erdogan li ser vekişîna YPGê bo 30 km dûrahiya sînorê Tirkiyê li hev kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin