PeyamaKurd – Hêzenê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wan dike, şeva borî ji ser Başûrê Kurdistanê ve 150 barhilgirên tije alavên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
Hat zanîn ku sewqîyata barhilgiran ji ser deriyê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û 150 barhilgir derbas bûne.
Li gor zanyariyan barhilgirên ku şevê din li dor 21.30yan bi rê ketibûn, îro gihîştine destê YPGê li devera Harab Işk a depoyên Sirrinê ku hat zanîn, di barhilgiran de jenerator hebûn daku li baregehên leşkerî werin bikaranîn.
Herwiha hat ragihandin ji bilî alavên cuda, wesayîtên zirxî yên Humwee jî di wê karwana sewqîyatê de bo HSD/YPGê hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin