PeyamaKurd - Yek ji kesayetên diyar ê ji eşîra Bekir li Dêrazorê Husên Şêx Cemîl, li derdora Dêrezorê di encama êrîşekê de hat kuştin.
Televizyona fermî ya Sûriyê ragihandiye ku kesayetekî diyar ê ji eşîran Bekir li derdora Dêrezorê hat kuştin ku ew dever di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.
Herwiha li gor zanyariyên xwecihî jî kesayetê naskirî yê Eşîra Bekir Husên Şêx Cemîl li devera Ezbe ya li derdora Dêrezorê hatiye kuştin.
Beriya niha jî şêxê eşîra Egîdat, Şêx Etliyoş Şitat û kurê wî jî bi heman awayê hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin