PeyamaKurd - Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî li ser qanûna hilbijartina encumenên parêzgehan ya Iraqê ku rê nade kesên koçber bûne dengên xwe bidin got, ev neheqî ye li hember mafê welatiyên ku ji ber şer û rûdanên 16 Cotmeha 2017an ji cih û warê xwe koçber bûne.
Hêmin Hewramî ku wekî serokê şanda Parlamentoya Kurdistanê li Bexdayê ye û dê beşdariya civîna parlementoyên Asyayê bike, ragihand, ew ê di civîn û kombûnan de Herêma Kurdistanê bidin nasandin û ji beşdaran re behsa pêşketin û guhertinên ku li Kurdistanê pêk hatine bikin.
Cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê da xuyakirin ku wan daxwaz kirine civîna din ya parlementoyên Asyayê li Hewlêrê were kirin.
Hêmin Hewramî da zanîn, ew dê bi nûnerê taybet yê NY li Iraqê re jî hevdîtinê bikin û wiha axivî: “Emê jê re behsa qanûna hilbijatina encumenên parêzgehan ya Iraqê bi taybet madeya 16 ya wê qanûnê bikin. Ew qanûn û made neheqî ye li hember koçberên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û Şingal û Neynewayê. Ew qanûn mafê wan dixwe û wan ji dengdanê bê par dike. Divê ew were guhertin. Emê hewl bidin da ku parlementoya Iraqê neçar bikin wê qanûnê hemwar bike.”
Hewramî bal kişand ser rewşa Kerkûkê û diyar kir ku rewşa Kerkûkê ne asayî ye û zemîna hilbijartinê li wê parêzgehê tune ye.
Hêmin Hewramî bang li aliyan kir ku dawî li rêveberiya leşkerî ya Kerkûkê werînin, ewlekariyê dabîn bikin û ji bo rê li ber gefên DAIŞê bên girtin jî rêveberiyên Bexda û Hewlêrê hevkariyê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin