PeyamaKurd - Konsûlê nû yê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û got, em ê gelek tiştan bi hev re bikin.
Konsûlê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton li ser hesabê xwe yê twîtterê pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistnaê Mesrûr Barzanî kir û got: "Ez pîrozbahiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim ku doh sond xwar."
James Thornton diyar kir, "Ez hêvîdar im em bikarin bi hev re kar bikin, ji ber ku gelek tişt hene em bi hev re bikin."
Konsûlê Brîtanya li Hewlêrê James Thronton li şûna konsûlê berê yê Brîtanya Martin Warr hatiye destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin