Neteweyên Yekbûyî ji bo Idlibê dicive

Neteweyên Yekbûyî ji bo Idlibê dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser pêşniyara Brîtanyayê bi mijara Idlibê dicive.

Li gorî ragihandina çavkaniyeke ji NY, Brîtanya ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê pêşniyara civînê li Konseya Ewlekariya NY kir ku civîn tê lidarxistin û Amerîka jî piştgiriya xwe ragihandiye.

Heman çavkaniyê ragihandiye ku civîn yan vê hefteyê yan jî hefteya pêş me tê lidarxistin ku hîn dîroka wê nehatiye diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin