PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Rûsya yê taybet bo Sûriyê Aleksander Lavrentyev ragihand ku pêkanîna danûstandinekê navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de zehmet e û got, Rûsya dixwaze ev têkilî baş bibin.
Lavrentyev ji televizyona Rusya Today (RT) re axivî û got, “Pêkanîna têkiliyekê di navbera Sûriye û Tirkiyê de zehmet e, lê tevî wê jî em dixwazin têkilliyên herdu aliyan baş bibin.”
Lavrentyev diyar kir ku rewşa Idlibê hîna nakok e û da xuyakirin ku ‘Beriya niha Rûsyayê hişyariya firehbûna desthilata terorîstên li Idlibê daye”.
Nûnerê Serokê Rûsyayê herwiha da zanîn ku bawerî di navbera aliyên endamên Komîteya Destûrê de tune ye û wiha got: “Divê atmosfereke guncaw ji bo xebatên komîteyê bê çêkirin, ji ber ku bawerî nîn e navbera aliyên komîteyê de.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin