James Jeffrey çû Iraqê

James Jeffrey çû Iraqê

PeyamaKurd-Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku nûnerê Amerîkayê yê bo Sûriyê taybet James Jeffrey bo bi rêvebirên Iraqê re biaxife çûye Bexdayê. Piştî seredana xwe ya Bexdayê biqedîne wê here herêma Kurdistanê û bi rêvebiriya payîtexta herêma Kurdistanê,  Hewlêrê re hevdîtinan bike.

Jeffrey wê behsa hevkariya bo têkbirina mayînde ya DEAŞê bi rêvebirên Iraqê re bike û behsa herêmên ku ji DEAŞê hatine rizgarkirin ku dê çawa di wan de aramî bê bicîhkirin biaxife.

Jeffrey piştî Bexdayê dê biçe Hewlêrê û bi rêvebiriya Kurdistanê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin