PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî beşdarbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê vegeriya Tehranê.
Li gorî nûçeya lezgîn a Reutersê Rûhanî li vegera Tehranê ragihand ku Amerîkayê bi şertê destpêkirina hevdîtinên ligel wan, pêşniyara rakirina hemû dorpêçên ser Îranê hatine sepandin kiriye.
Piştî ku sala borî Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişîna ji Peymana Nukleerî ya ligel Îranê ragihandibû, ji aliyê Amerîkayê ve dorpêçên giran bi ser Îranê de hatibûn sepandin.
Herwiha Amerîka Îranê wekî fînansor û alîgira terora li Rojhilata Navîn binav dike, lê welatên Ewropî jî dixwazin Amerîka û Îran pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji bo çareseriyê dest bi hevdîtinan bikin.
Herî dawî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, peywira navbeynkariyê girtibû ser xwe û ji herdu aliyan xwestibû dest bi danûstandinê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin