Erdogan pistî ku bi Rûsya re li hev nekir gef xwar: Sevekê ji niska ve!

Erdogan pistî ku bi Rûsya re li hev nekir gef xwar: Sevekê ji niska ve!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li koma partiya xwe ya parlamenê derbarê operasyona Idlibê ya rêveberiya Şamê de axivî û hişyarî da rejîma Sûriyê ku ew dê şevekê ji nişka ve dest bi şerê wan bikin.

Piştî ku heyeta Tirkiyê li Moskowê li ser rewşa Idlibê rawestandina êrîşên rejîmê li hev nekir, Erdogan îro car din gefa êrîşê li rejîma Sûriyê xwar.

Erdogan di gotara koma partiya xwe AKPê de li ser mijarê got, êdî ew hişyariyên dawî didin û wiha domand:

“Mixabin em ne li Tirkiyê ne jî li Rûsya heta niha negihîştin encama ku em dixwazin. Tirkiyê ji bo mijara Idlibê her cure amadekariyên xwe kirine. Şevekê ji nişka ve dibe em bikevinê. Operasyona Idlibê kêlî berî kêliyê ye. Em bi biryar in Idlibê ji bo Tirkiyê hem jî ji bo herêmê û gelê wir bikin cihekî ewle.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin