Erebistan bi Çînê re navenda fuzeyên balîstîk ava kir

Erebistan bi Çînê re navenda fuzeyên balîstîk ava kir

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê li aliyekî bi Amerîka re bo hilberîna perçeyên bombeyan peymana teknîkî girêdide û li aliyê dinê bi Çînê re navenda fuzeyên balîstîk ava dike. Lê balkêşe ku welatên deverê li hemberê Îranê ku dibêje wê dest bi çêkirina sîlihên nukleerî bike, bê deng man. Li gor ragihandina îstîxbarata Amerîkayê ev mijar raste.

Hat gotin ku îstîxbarata Amerîkayê bi senatorên Amerîkayê re vê agahiyê parvekiriye. Nûçe wehaye:

“Bê agahiya rojava jê hebe, Erebistan di teknolojiya fuzeyan de gelek pêşde çûye. Bi Îranê re reqabeta şerê sîlihan dike.”

Li gor ragihandina çapemeniya Washingtonê; Erebistan bi desteka Çînê navenda fuzeyên nukleerî ava kiriye. Di mehên borî de wezareta karên derve ya Çînê got ku ew bi Erebistanê re hevparên stratejîkin û weha dewam kiribû:

“Hevkariyên weha ne li dijî qanûnen navdewletî ne. Di van hevkariyan de sîlihên kumkujiyê nayên çêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin