PeyamaKurd- Berdevkê rêvebiriya herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku hebûna PKK ê li ser sînoran diçe dewra rejîma Iraqê ya berê û ne bi riza Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ye.
Berdevkê hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî behsa têkiliyê navbera Tirkiyê û hukumeta Kurdistanê kir. Dizeyî got ku PKK piştî li Sûriyê dest bi xebata xwe kir, di dema Baasê de, di salên 1980an de hatiye deverê û hebûna wan ya li deverê ti carê bi rizamendiya hukumeta Kurdistanê û xelkê nebûye. Dizeyî got ku gelek wargehên sîvîl hatine valakirin û weha dewam kir:
“Hebûna wan ji aliyê xelkê de nayê qebûlkirin. 300 gundên ku îşxal kirine, em nikarin xizmetê bibin wan gundan. Sedem jî hebûna PKKê ye li wan gundan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin