Reuters: Esed deverên di destê YPGê de xist dest

Reuters: Esed deverên di destê YPGê de xist dest

PeyamaKurd- Li gor ragihandina Reutersê berpirsekî ji rejîma Sûriyê hinek navçeyên ku li rojhilatê Firatene û di destê YPGê de ne, xiste destê xwe.

Li gor ragihandina televizyona Sûriyê jî, rejîma Esed gelek gundên ku di bin kontrola HSDê de ne, xistiye destê xwe. Ev gundên ku behsa wan têkirin, li rojhilatê Firatê ne û li ser sînorê Iraqê ne.

Berdevkê HSDê Kino Gabriel ragihandiye ku li dora Dêrezorê hêzên rejîma Esed êrîş biriye ser wan. Li gor medya civakî ya nêzî YPGê,tê gotin ku balafirên hêzên koalîsyonê êrîş birine ser hêzên rejîmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin