PeyamaKurd - Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê ji bona operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî rejima Esed wê derasayî bicive.
NATOyê daxuyanî da û destnîşan kir ku wê li baregeha Brukselê piştî nîvro ji bona nirxandina rewşa Sûriyê derasayî bicivin û hevpeyman dê êrişên dijî rejima Esed gotûbêj bikin.
Li gor agahiyan di konseyê de wê nûnerên Amerîka, Brîtanya û Fransayê der barê êrişên li Sûriyeyê de hevpeymanên din agahdar bikin.
Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê di serokatiya Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî de bi beşdariya nûnerên daimî yên 29 dewletên endam bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin