PeyamaKurd - Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku di bin serokatiya Serokkomarê vî welatî Recep Tayyîp Erdogan de li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin kêm zêde 5 saetan dewam kir.
Di daxuyaniya vê civînê de Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin hedefgirtin.
Di danazana Tirkan de tê gotin: "Hin welat rêxistinên terorê yên proje yên wekî FETO/PDY û PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKyê wekî rêxistinên terorê nabînin û ev yek jî zirarê dide têkoşîna dijî terorîzmê."
Herwiha di dewamê de wiha hatiye: "Dijî tehdîda ser sînorên Başûr ên Tirkiyeyê ya ji ber hebûna rêxistinên terorê yên ku li Sûriye û Iraqê bi cî bûne ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyên me têkoşîn dê bênavber û biryardarî bê dewamkirin."
"Hat diyarkirin ku tehdîda herî mezin a dijî çareseriya siyasî ji rêxistinbûna terorê ya li rojhilatê Feratê derdikeve.
Wiha dewam kir: "Li ser girîngiya ji bo ku li Sûriyeyê çareseriyeke mayînde bê dîtin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de demildest Komîteya Destûra Bingehîn bê avakirin, tetbîqkirina nexşerêya ku ji bo çareseriyê hatiye diyarkirin sekinîn; ji bo vê bangî aliyan kirin ku maqûl û bilez tevbigerin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin