Agirê daristana Dêrsimê hat vemirandin

Agirê daristana Dêrsimê hat vemirandin

PeyamaKurd- Li Dersimê li navçeya Pertekê agir bi daristanê ket û di demeka kurt de belav bû. Bo vemirandina agir, di bin serokatiya rêvebirê daîra daristanê Özcan Yüksel de, tîmên agirkujiyê ji hewa û bejayiyê de mudaxeleyê şewatê kirin û agir vemirandin. Di vemirandinê de balafirên avê hatin bikaranîn.

Yuksel ragihand ku şewata roja pêncşemê destpêkiribû, îro bi temamî hat vemirandin. Bi sedema germbûna hewayê, hebûna darên ku zû agir bi wan dikevin û bayê, zahmet bû ku agir vemirînin lê tîmên wan karibûn biserbikevin.

Miqdarê zerara daristanê û firehiya şewata seha wê dê paşî li serê lêkolîn bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin