PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji nû ve destûra kar da tîma Kurdistan24 Tvyê.
Nivîsingeha Ragihandinê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve îro bi daxûyaniyekê ragihand, bi bawireya Rêveberiya Xweser bi giringiya rola ragihandinê di avakirina civakê de û piştevaniya wan ji ragihandina veguhestina rastiyan re, wan biryar da, ku tîma Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê karê xwe berdewam bike. Ew jî, di çarçoveya pabendibûna wan bi prênsîbên karê ragihandinê, û dûrkirina wan ji binpêkirina mafê her welatiyekî.
Hêjayî gotinê ye, zêdetirî mehekê ye Rêveberiya Xweser karê tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê rawestandibû û Rêveberiya Kurdistan24 bi daxuyaniyekê biryara qedexekirinê ragihandibû û biryar rastî bertekan hatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin