Li Serê Kaniyê karwanekî mirovî ji aliyê çekdaran ve hatiye dorpêçkirin

Li Serê Kaniyê karwanekî mirovî ji aliyê çekdaran ve hatiye dorpêçkirin

PeyamaKurd - Ew karwanê mirovî ku ji bo hawarçûnê berû Serêkaniyê çûbû ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê hatiye dorpêçkirin.

Karwanê mirovî yê ku berê Serê Kaniyê çûbû li ser rê hatibû rawestandin û rê bo nehatibû dayin ku bigihêje Serê Kaniyê. Dema ku karwanê mirovî xwestiye ku vegere Til Temir, grûpên çekdar riya vegerê jî lê girtiye û niha ew karwan ji aliyê grûpên çekdar ve dorpêç kiriye.

Karwanê mirovî ji tîmên Heyva sor a Kurdî û rêxistineke mirovî ya Amerîkî pêk tê û xwestibû ku dermanan bigihînin Serê Kaniyê û birîndaran veguhêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin