AYMê serlêdanên betalkirina yasaya baroyan û bekçiyan red kir

AYMê serlêdanên betalkirina yasaya baroyan û bekçiyan red kir

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, serlêdana Partiya Komariya Gel (CHP) ya ji bo betalkirina herdu yasayên Baroyan û Bekçîyan (Notirvanên bajêr) red kir.

Parêzerên CHPê li dijî sîstema nû ya ji bo saziyên parêzeran a “Pir Baroyî" û "Notirvaniyê" yên bi dengê MHP-AKPê li parlamenê hatibûn pesendikirin, serî li AYMê dabû û xwestibû herdu yasa jî bên betalkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) îro piştî encama lêkolînên xwe ragihand ku herdu yasayên ketine pratîkê ne li dijî destûrê ne û serlêdana CHPê red kir.

Li gorî yasaya Baroyên Parêzeran a nû, li her bajaran ji yek baroyê zêdetir bi şertê ku 2 hezar parêzer bigihin hev dikarin bên vekirin. Herwiha li gorî yasaya Bekçîyan jî erka polîsan bo wan tê dayîn û dikarin destwerdana bûyeran bikin, hemwelatiyan desteser bikin û wan radestî hêzên emnî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin