Amerîka teknolojiya nukleerî difrose Erebistana Si’ûdiyê

Amerîka teknolojiya nukleerî difrose Erebistana Si’ûdiyê

PeyamaKurd- Li gor malpera înternetê ya bi navê Daily Beast ê; wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê îzin daye hinek şîrketên Amerîkayê da bi Erebistana Si’ûdiyê re, di seha nukleerî de hevkariyê bikin. Di nûçeyê de hat gotin bo şîrketên Amerîkayê karibin bi Erebistanê re di seha nukleerî de hevkariyê bikin, divê belgeya wan ya “Part 810” hebe.

Lê hukumeta Amerîkayê vê belgenamê daye kîjan şîrketan û desthilatiya wan heya ku derêye, nayê zanîn. Qanûnên federal yên Amerîkayê bo şîrket bi Erebistanê re karibin di seha teknolojiya nukleerî, hilberîn û geşepêdanê de hevkariyê bikin, divê îzna hukumetê bistînin.

Beriya mehekî rojnama New York Times ê ragihandibû ku şîretkarê Trump Jared Kushner di seredana Erebistanê de li ser mijara bernameya nukleerî û alîkariya Amerîkayê bo Erebistanê rawestiyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin