PeyamaKurd- Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan bo gotinên Mehmûd Sengawî daxuyaniyekî belav kir û tê de ragihand ku boçûnên Sengawî ne boçûnên YNKê ne. Daxuyanî weha ye:
“Em ji hemû aliyan ra aşkere dikin ew axaftinên Mehmûd Sengawî, ne helwêsteka siyasî ya YNKê ye û peywendiya wê bi YNKê ra tuneye. Em rêz û hurmetên xwe yên taybet bo Kak Mesûd Barzanî tînin ziman bo dostaniya dîrokî ya ligel wî. Aniha jî em bi kelecan in bo bihêzkirina wan peywendiyên dîrokî.”
Herwiha YNK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tenha berdevkê fermî yê YNKê dikare helwesta YNKê bîne ziman û gotinên din ne boçûnên YNKê ne.
Tê gotin ji ber YNKê ti post nedaye kurê Mehmûd Sengawî û li hember wê yekê, gotinên ne dî cî da bo Serok Barzanî anîne ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin