Dîmenên baregeha Amerîkayê ya li Iraqê hat belavkirin

Dîmenên baregeha Amerîkayê ya li Iraqê hat belavkirin

PeyamaKurd- Televîzyona Amerîkayê ya bi navê CNN Internationalê yekem care ku dîmenên baregeha leşkerî ya hewayî ya Amerîkayê ku li Iraqê ye belav kir. Dîmenên ku hatin belav kirin yên baregeha Eyn Esedê ku ji Bexdayê 160 km dûr e. Li gor ragihandina peyamnêra CNN ê ya bi navê Arwa Damon Amerîka berya 2 sietan zaniye kê wê Îran li baregehê bixin. Lewra leşkerên Amerîkayê siet di 23.00 yê şevê de baregehê terk kirine.

Leşkerên ku li baregehê mane xwe li ciyên hewandinê girtine û li benda fuzeyan mane. Fuze siet di 01.30 yê şevê de li baregehê ketine.

Jimara fuzeyên ku li baregehê ketine 11 hebin.Li gor ragihandina Amerîkayê sefîrekî Ewrûpî agahiya êrîşa fuzeyan daye baregehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin