PYD û YPG ji roja roj de wek hevkarê rejîma Sûrîyê dest bi şer kir. Rayedarên Şamê gelek caran eşkere kirin ku wan Rojavayê Kurdistanê ji PYD û YPG re hiştiye da ku xaka Sûrîyê biparêzin. Herweha rayedarên PYD û YPG jî tucarî nexwestin xaka Sûrîyê parçe bikin û rojek tenê jî dijminatîya rejîma Esed nekirin, nakin û îro li hember êrîşên dewleta Tirk û grûpên pê ve girêdayî peymanek îmzekirin û dest dan hev.
Endamê Rêvebirîya KCK Sabrî Ok, dubare hevkarîya xwe ya bi rejîma Esed re dupat kir û ji ajansa ANHA re got: “ Rêveberîya xweser her demê yekîtîya xaka Sûrîyê paraztiye û barê Şamê sivik kiriye. Şam a ku nenûka wê jî xwîn jê nehat, ev herêm ji alî rêveberîya xweser ve hatin rizgarkirin. Şam bi vî şêweyî li ser lingan ma.“
Gotinên Sabrî Ok pir zelal in û eşkere dibêje ku rejîma Esed bi alîkarî û fedakarîya rêveberîya xweser (PYD-YPG) li ser lingan maye û heke ne ji wan bûya wê rejîma Esed têk biçûya.
Sabrî Ok, di berdewamîya axavtina xwe de behsa peymana navbera YPG û hikûmeta Şamê jî dike û dibêje: “Peymana ku di navbera rêveberîya xweser û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin wê çiqasî bidome ne kifş e. Li gor min ev gavek derengmayî ye. Heke peymana navbera herdu alîyan nekeve jiyanê tenê rêyek li ber Kurdan dimîne, ew jî berxwedan e. “
Ok, di berdewamîya axavtina xwe de tîne zimên ku PYD û YPG dewletek serbixwe nexwestiye û naxwazin, di nav sînorên Sûrîyê de herêmek xweser dixwazin û dibêje: “Armanc û xwesteka rêveberîya xweser qet ne dewletek serbixwe, lê di nav sînorên Sûrîyê deherêmek xweser bû. Lê rejîma Sûrî û Rûsya nêzîkî vê yekê nedibûn. Yan berjewendîyên xwe û Tirkîyê didan ber çav, yan jî bawer dikirin ku wê hêzên hevpeyman ji Kurdan re dewletekê damezrîne. Lê hêzên hevpeyman yan hêzek din ji Kurdan re dewletek dameziranda jî Kurdan ev yek qebûl nedikir, ji ber daxwazek bi vî rengî tunebû. Rêbeverîya xweser heta îro jî negotiye me têkilîyên xwe bi Şamê re qut kirine. Rêveberîyê herdemê yekîtîya xaka Sûrîyê paraztiye û barê Şamê sivik kiriye. “
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin