PeyamaKurd - Encûmena Birêvebir a Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulana îsal li Pîrmam civiya û Berdevkê PDKê derbarê wê civînê ragihand ku baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi PDKê heye.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed diyarkir ku, PDK dê ji hilbijartinan bi encamek bihêz derbikeve û pêşiya gef û metirsiyên liser Kurdistanê bigre.
Mehmûd Mihemed herweha anî ziman ku: “Baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê heye û dê dengê xwe bidin PDKê. Gelê me ji bo parastina bihêz a mafên xwe dê carek din deng bide PDKê.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, xelkê Kurdistanê berê baweriya xwe bi PDKê aniye û PDK jî hewl daye mafên gelê kurd bidest bixe. Ji ber wê hêvî û bendewariya xwe ya careke din xelkê Kurdistanê di helbijartinê de baweriya bi PDKê bîne anî ziman.
Di beşeke din a axaftina xwe de Mehmûd Mihemed got, pêwîst e komîsyona rê ji bo bangeşeya hemû namzed û pêkhateyan xweş bike, ku bername û programa karê xwe bo dengdêran ronî bikin. Û got: “Rê girtin kareke ne yasayî ye û pêwîste bê çareser kirin.”
Berdevkê PDKê wiha got: “Hewldana PDKê ew e ku hebûna me li Bexda ji aliyê niştimanî û netewî û aborî û siyasî de bê parastin e. Ji sala 2014ê ve hikûmeta Iraqê bi bername dixwaze gelê Kurdistanê birsî bike. Lê berxwedana gelê Kurdistanê hêla ku hêdî hêdî ew rewş bi dawî be û di pêşerojeke nêzîk de jî hêviya me heye ku kêmkirina mûçeyan jî bi temamî bi dawî bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin