Wezareta Tenduristiyê: Eger bêxem bin dê karesatek rû dide

Wezareta Tenduristiyê: Eger bêxem bin dê karesatek rû dide

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hişyariyê dide welatiyan ku pêgirî rênimayan bimînin dibêje eger bê xem bin dê karesatek rû bide.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Mihemed Qadir ragihand, pêwîst e hemû welatî xwe û malbatên xwe ji koronayê biparêzin. Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 12 hezar kes hatine karantînakirinû nêzîkî 80 hezar test jî hatine encam dan.

Dr. Mihemed Qadir da xuyakirin ku heta niha li Herêma Kurdistanê pêla duyem nehatiye lê ji ber sistkirina rêkar û rênimayan egera heye û eger welatî bê xem bin, dê karesatek rû bide.

'Rewşa piraniya pêketiyan cîgir e'

Dr. Qadir diyar kir, haletên ku rewşa wan a tenduristiyê ne cîgir in zêde bûne, bi taybet di vê hefteyê de. Metirsî li ser kesên ku nexweşiyên wan ên din hene, zêde heye. Herwiha rewşa piraniya pêketiyan jî cîgir e.

Daxuyaniya D. Qadir di demekê de ye, tenê duhî 7 nexweşên bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn. Herwiha li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê, heta niha 830 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan jî 14 kesan jiyana xwe jidest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin