PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Olî û Weqfan a Sûriyeyê, di nameyekê de ku ji îmamên mizgeftan ên li Sûriyeyê re şandiye, êrîşên li dijî Kurdan û Rojava wekî "Futuhat" (Fetîh) bi nav kir. Fermana Wezaretê bi ayeta 9an a Sûreya Enfal a Quranê dest pê dike.
Talîmatên ji bo nimêja "qunut" û tekbîra serkeftinê
Fermana ku ji hêla Wezîrê Karûbarên Olî û Weqfan ê Komara Erebî ya Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebû Xeyir Şukrî ve hatiye îmzekirin û bi dîroka 18ê Çileya 2026an hatiye nivîsandin, ji îmamên mizgeftan re talîmat da ku di pênc nimêjên mecbûrî de nimêja "qunut" bixwînin, ji bo serkeftina leşkerên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê dua bikin.
Wekî din, Wezîr daxwaz kir ku îmamên mizgeftan tekbîrê (Allahu Ekber) bixwînin da ku "kêfxweşiya xwe ji bo fetîh û serkeftinên" Artêşa Erebî ya Sûriyeyê di êrîşên wê yên li dijî gelê Kurd li Rojava de pîroz bikin û diyar bikin.
Analojiya Enfal û "fetihê"
Mesaj behsa operasyona "Enfal" dike, ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di salên 1987 û 1988an de li Başûrê Kurdistanê di heşt qonaxan de dest pê kir, di nav de 182,000 Kurd hatin girtin û bi zindî hatin veşartin. Herwiha destnîşan dike ku têgeha "fetihê" (futuhat) li gorî Şerîet û şîroveyên Îslamî li dijî "kafiran" tê sepandin.